Break newsNûçeslide

Barzanî wekî serokê dewletekê beşdarî Davosê dibe

Yekîtî Media 18/1/2017

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, di demeke ku cîhan û bi taybetî jî Rojhilata Navîn ji qonaxeke hestiyar re derbas dibin de tevlî Korbenda Davosê dibe ku welatên herî pêşketî yên cîhanê û kompaniyên mezin jî beşdar in. Ev yek li Bakurê Kurdistanê jî wekî pêşveçûneke balkêş tê dîtin. Partiyên Kurdistanî amaje dikin ku tevlîbûna Serok Barzanî, serkeftineke siyasî ye.

Serokê Partiya Azadiya Kurdistan Mustafa Ozçelîk anî ziman ku tevlîbûna civînên Davosê dê ji bo pêşerojê ji kurdan deriyên girîng veke.

Ozçelîk di vê derbarê de got : “Serok Barzanî wek Serokê Kurdistana Federal beşdar dibe û wek Serokê Dewleta Kurdistanê tê pêşwazî kirin û nunertiya hemû kurdan dike. Dê li wê derê bi gelek saziyên mezin, dewletên mezin û bi medyayê re hevdîtinan pêk bîne. Ev yek jî wek pêşketineke dîrokî ye.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button