Barzanî û Yildirim pêwendiyên hevbeş gotûbêj kirin

Barzanî û Yildirim pêwendiyên hevbeş gotûbêj kirin

Yekîtî Media 28/2/2017

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Enqerê paytexta Tirkiyê ligel Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim dicive.

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim li koşka Çankayayê pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê kir, pêwendiyên siyasî û aborî yên di navbera herdu aliyan de, şerê DAIŞê û operasyona Mûsilê mijarên civînê bûn.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên û Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ligel Serok Barzanî ne di serdana Tirkiyê de.