Break newsNûçeslide

Barzanî û şanda Brîtanya civîn kirin

Yekîtî Media 12/4/2017

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Îro 12ê Nîsanê li bajarokê Pîrmamê yê ser bi Hewlêrê ve pêşwazî li şanda pilebilind a Wezareta Derve ya Brîtanya kir.

Li gorî daxuyaniya serokatiya herêma Kurdistanê bi Wezîrê Dewlet yê Karubarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqayê li Wezareta Derve ya Brîtanya Tobias Ellwood û şandeke pê re ku ji Balyozê Brîtanya li Iraqê Frank Baker û çend şêwirmendên Wezareta Derveyê Brîtanya pêkhatibû, hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de şanda Brîtanya silavên Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May gihandin serok Barzanî û behsa biryar û raspardeyên Komîteya Asayişa Brîtanya yên li ser rewşa Iraqê û piştevanîkirina li Hêzên Pêşmerge kir û Hêza Pêşmerge wek hêzeke herî bi bandor a li dijî terorê bi nav kir.

Barzanî û şanda Brîtanî amaje kirin, ku di qonaxa piştî DAIŞê û kontrolkirina Mûsilê de hemahengî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê û civaka navnetewî û rûniştvanên parêzgeha Mûsilê de hebe û girêdayî bi vê yekê jî pêşniyar û rêçare bihên gotûbêjkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button