Break newsNûçeslide

Barzanî Sersala Babilî û Cejna Ekîto pîroz kir

Yekîtî Media 31/3/2017

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî sersala nû ya Babilî û Aşûrî, herwiha Cejna Ekîto ya kirîstiyanên Kurdistanê û cîhanê pîroz kir, Serok Barzanî hêvî kir, ku ev cejn bibe destpêkek ji bo bidawîbûna êşan.

Deqê peyama Serok Barzanî ya ji bo sersala nû ya Babilî Aşûrî :

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan.

Bi helkefta serê sala nû ya Babilî Aşûrî û Cejnên Ekîto, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî gelê Kildan Siryan û Aşûrî yên li Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim. Hêvîdar im ev helkeft û serê sala nû ya Aşûrî Babilî bibe destpêkekî nû ji bo nehiştina êşên ku di encama hizra tundrewî û êrîşa terorîstan de pêkhatiye.

Di vê helkeftê de ji bo xuşk û birayên Kildan, Siryan û Aşûrî dubare dikim, ku Kurdistan welatê me hemûyan e û li xweşî û nexweşiyê de me yek çarenivîs heye. Em li dijî teror û cihêkariyê di yek bereyê de ne. Pêwîste çanda pêkvejiyan û biratiya di navbera hemû pêkhateyên olî û neteweyî parastî be û kûrtir bibe, li Kurdistanê cihê hizra tundrewî, tayîfegerî û înkarî nîne.

Hêvî dikim hemû xuşk û birayên li jiyana koçberiyê de ne, di zûtirîn demî de bi serbilindî vegerin navçeyên xwe û paşaroja wan mîsoger bibe.

Hêvîdar im aştî û bextewerî ji bo Iraq û navçeyê vegere û hûn yên azîz jî bigihin mafên xwe yên rewa û li sayeya azadî û aramiyê de cejnên xwe bikin.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button