Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Barzanî: Pirsgirêkên me bi Bexdayê re ne tenê balafirxane û mûçe ne

Yekîtî Media
Barzanî derbarê biryarên Bexdayê yên rakirina qedexeyê li ser firokxaneyên Herêma Kurdistanê de li ser hejmara xwe ya tûra civakî nivîsî, rakirina qedexeya li ser firokxaneyan gaveke baş e, lê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ne tenê pirsa firokxane û mûçeyan in.
Serok Barzanî amaje bi wê jî kir, pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dîrokî, siyasî, netewî, mirovî, aborî û destûrî ne.
Hikhûmeta Iraqê roja 29 Îlona 2017an wek sizadanekê li ser encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê, geşta navdewletî li firokxaneyên Herêma Kurdistanê ragirt û çendîn sizayên din jî li ser Herêma Kurdistanê sepand.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button