Break newsNûçeslide

Barzanî: Me peyama xelkê Kurdistanê gihande dostên xwe û helwestên wan erênî bûn

Yekîtî Media 11/7/2017

Civîna di navbera Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pê re ligel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Asayişa û karên Navxwe Jan Jampon, Wezîrê Bergîrî Steven Vandeput û Wezîrê Koçberan Theo Francken yên Belçîkî bidawî hat.

Piştî civînê, Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Asayiş û Karên Navxwe yê Belçîka naveroka civînê ji medyayê re aşkere kirin.

Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Asayiş û Karên Navxwe yê Belçîka ragihand: “Civîna me girîng bû. Referandûm pirseke navxweyî ye û çaverêyî encamên referandûmê ne û guftûgo dikin. Piştî biryara xelkê Kurdistanê, hikûmeta Belçîkayê helwesta xwe radigihîne.”

Derbarê hevkariyên Belçîkayê bo Herêma Kurdistanê, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Asayiş û Karên Navxwe yê Belçîka got: “Piştî şerê DAIŞê jî berdewam dibin bi hevkarîkirina xelkê Kurdistanê re.”

Herwiha Serok Barzanî ragihand, “Me civîneke baş ligel dostên xwe encam da û peyama xelkê Kurdistanê gihand dostên xwe. Jihevtêgihêştineke gelekî baş hebû û helwestên wan gelekî bi dostane bû.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button