Break newsNûçeslide

Barzanî: Mamoste bi giyanê Pêşmergane li hember rewşa giran xweragir bûn

Yekîtî Media 15/5/2017

Serokê herêma Kurdistanê peyamek pîrozbayî ji ber salvegera 55.mîn a damezrandina Yekitiya Mamostayên Kurdistanê belav kir û ragihand, Xebata rizgarîxwaza gelê me, derxerê wê rastiyê ye ku mamostayên Kurdistanê ji bilî erkê pêgihandina nifşên gelê me, wekî Pêşmergeyên aza û têkoşer li sengerê pêş ya xebatê da bûn û bi wê navê da jî dehan şehîdên nemir pêşkêşî Kurdistanê kirine.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya bo salvegera 55.mîn a damezrandina Yekitiya Mamostayên Kurdistanê ku li malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin wiha ye:

Bi helkefta salvegera 55 pêncih û pênc saliya damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê, pîrozbahiyeke germ pêşkêşî we û hemû mamostayên xweşdiviyên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinên zêdetir ji bo we dixwazim.

Xebata rizgarîxwaza gelê me, derxerê wê rastiyê ye ku mamostayên Kurdistanê ji bilî erkê pêgihandina nifşên gelê me, wekî Pêşmergeyên aza û têkoşer li sengerê pêş ya xebatê da bûn û bi wê navê da jî dehan şehîdên nemir pêşkêşî Kurdistanê kirine.

Piştî birîna budçeya Kurdistanê û şerê terorîstan û lêkeftên wê şerê, ji bilî astengiyan û rewşa xeraba darayî, ewê mamostayan û hemû karmend û xelkê Kurdistanê, bi heman ruhiyeta Pêşmergeyan ve beranber wê rewşa giran xweragir bûn û we nehişt karwana xwendinê li Kurdistanê raweste. Niha jî ku li sayeya qehremaniya Pêşmergeyên Kurdistanê, efsaneya Da’îş li ser destê zarokên Kurdistanê hate têkşikandin û gelê me hengaveke mezin li pêşe, pêwîste mamostayan bi heman rûhiyeta Pêşmergane ve li xebatê da bin û hestên niştîmanperwerî û Kurdayetî li nav nifşên niha da geş bikin rê nedin hewla nehezan yên ji bo belavkirina hesta xwe bi kêmzanîn û bê îradeyî li nav zarok û gencên welatê me da serbigrê.

Pêwîste mamosta wan waneyan bi zarokên me bibêjin ku nabê qurbaniyên gelê me bê encam bê û bi hêviyeke zêde ve berev paşarojeke bi rumet ve hengav bavêjin.

Her şad û serkeftî bin.

Mesûd Barzanî

15\5\2017

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button