Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Barzanî: Malîkî bibe serokwezîr, ezê serxwebûnê ragihînim

Yekîtî Media 23/1/2017

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê vegera Nûrî Malîkî careke din bo posta serokwezîriya Iraqê de, ragihand û got; “Heger Malîkî bibe serokwezîrê Iraqê, ezê serxwebûna Kurdistanê ragihînim.”

Serok Barzanî di çarçoveya beşdariya di Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê de û di hevpeyvînekê ligel rojnameya “Şarqil El –Ewset” de ragihand, Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de hezar û 668 şehîd û 9 hezar û 725 birîndar daye, li hemberê jî 15 hezar çekdarên DAIŞê hatin kuştin û aliyê çepê yê Mûsilê hate kontrolkirin.

Herwiha Barzanî alîkariya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî û hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de bi girîng zanî û got, pirçek kirina Pêşmerge wek pêwîst nebû.

Derbarê egera hatina Nûrî Malîkî ya li ser hukim jî Mesûd Barzanî tekez kir; “Dema Nûrî Malîkî bibe serokwezîr, bêyî ku ligel ti aliyekê bişêwirim, ez ê serxwebûna Kurdistanê ragihînim û çi dibe bila bibe. Em di nav Iraqekê de ku Malîkî lê hikûm dike namînin.”

Derbarê ji kar dûrxistina Wezîrê Darayî yê Iraqê yê berê Hişyar Zêbarî ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve, Serok Barzanî got; “Ev kar li dijî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bû, ji bo têkbirina operasyona Mûsilê hate kirin. Bi wê armancê bû, ku Nûrî Malîkî careke din bibe serokwezîrê Iraqê.”

Serok Barzanî amaje bi wê yekê kir ku, wî bi awayekê eşkere ji Ebadî û serkirdeyên Bexdayê re gotiye; ku Iraqiyan nikarî hevpariyeke rastîn li Iraqê çê bikin, loma divê bibin du cîranên baş.

Derbarê rêveberiya nû ya Amerîka de Barzanî amaje bi wê yekê kir, pêwendiyên baş bi Serokê Amerîka Donald Trump heye. Herwiha Barzanî pêşbîniyê dike, ku Amerîka li ser alîkarkirina Herêma Kurdistanê berdewam be.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button