Break newsNûçeslide

Barzanî ji rojnamenivîsan dixwaze ku qelem û hizir û şiyanên xwe bixin ger ji bo palpiştîkirina proseya referandûm û serbixwebûnê

Yekîtî Media 22/4/2017

Peyama Serok Barzanî ya ji bo 119 salvegera Rojnamevaniya Kurdî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta 119. salvegera derçûna yekem rojnameya Kurdî û roja rojnamevaniya Kurdî û 19. salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamenivîsên Kurdistanê, pîrozbahiyê li hemû medyakar û rojnamevan û Sendîkaya Rojnamenivîsên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.

Cihê şanaziye ku li welatê me da rojnamevanî û karê medyayî li sayeya azadî û berfirehiya siyasî gihîştiye qonaxeke baş. Eve jî derfeteke ji bo wê yekê ku rojnamevanî bibê sedemeke girîng ji bo geşepêdana kultûrî û hişyariya siyasî û civakî li nav xelkê Kurdistanê da. Li heman demê de jî rojnamevaniya Kurdî sekoyekî girîngê gihandina peyama gelê Kurdistanê û mafên wê yê rewa bê ji bo hemû cîhanê.

Cihê xwe de ye ku li vê helkeftê de destxweşiyê li medyakar û rojnamevanên Kurdistanê bikim ku li qonaxên cûda cûdayên jiyana gelê me zehmetekî zêde kişandiye û cihê destê wan diyare. Bi heman awayî jî li şerê dijî terorîstên Da’îş û li pîşandana nûçeyên ceng û qehremaniya Pêşmerge roleke ber bi çav dîtiye û qurbanî jî daye. Eve jî dûpat dikim ku piştevanê mafên rojnamenivîsanim û pêwîste rewşa rojnamevaniya Kurdî li hemû rûyek ve berev pêşve hengavan bavêje.

Niha ku xebat û qurbanîdana gelê me gihîştiye qonaxekî hestiyar û yek alîker ve daxwaz ji rojnamenivîsên xweşdiviyên Kurdistanê dikim dûrî her cûre întîmayekî siyasî qelem û hizir û şiyanên xwe bixin ger ji bo palpiştîkirina proseya referandûm û serbixweyiyê. Ji ber ku serbixweyî mulkê hemû Kurdistane û proseyeke ji bo pêşketina gelê Kurdistanê û berqerarbûna aştiya li navçeyê.

Mesûd Barzanî

21.04.2017

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button