Break newsNûçeslide

Barzanî ji ajansa “KUNA” re : Referandum ti metirsiyê li ser welatên navçeyê çênake

Yekîtî Media 6/8/2017

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jibo ajansa Kuna ya Kiwêtî ragihand ku piroseya referandumê ti metirsiyê li ser welatên navçeyê çênake, lê eger rewş bi vî awayê niha bimêne wê metirsiyeke gelek mezin peyda bike.

Herwiha Barzanî got ku armanc ji referandumê parastina gelê Kurde ji dubarebûna karesat û derdeseriyan di pêşerojê de.

Derbarê tirsa welatên navçeyê ji referandumê Barzanî got: “Pêwîst nake ku welatên navçeyê ji referandumê bitirsin, Kurdistan di 26 salên derbasbûyî de isbat kir ku ew karaktera ewlekatriyê ye”, herwiha got ku “Peywendiyên Kurdistanê yên Abûrî û Siyasî li navçeyê wê piştî referandumê hîn bihêztir bibin.”

Barzanî got “Dijatiya Îranê û Tirkiyê liser encamdana referandumê ji bo wê yekê ye ku Kurd li welatên wan bixwe hene û derbarê Amerîka jî got ku wan referandum red nekiriye lê gotine ku dem ne guncaw e.

Herwiha Barzanî tekez jî kir ku biryara referandumê ji bo gelê Kurdistanê vedgere û gelê Kurdistanê ji partiyan girîngtir e û dest ji mafên xwe bernade û di bin ti zextan paşve venagere”.

Barzanî herwiha jibo ajansa “Kuna” dibêje li gorî ezmûnên berê baştire Kurdistan û Hikumeta Iraqê du cîranên cidî bin ji bo ku rê li pêşiya pirsgirêkên mezin bigirin.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button