Break newsNûçeslide

Barzanî: Giştpirsî daxwaza gelê Kurdistanê ye, dest jê bernadin

Yekîtî Media 16/6/2017

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, ku wî ji Serokwezîrê Iraqê re gotiye, giştpirsî mafekî yasayî yê gelê Herêma Kurdistanê ye, piştî giştpirsiyê jî ew dixwazin bi awayekî aştiyane liser encamên wê danûstandinan bikin.

Serok Barzanî di hevpeyvînekê de ji kovara Foreign Policy ya amerîkî re got: “Giştpirsiya Herêma Kurdistanê ji bo serxwebûnê ye, dê gel biryara xwe ya di vê mijarê de bide.”

Mesûd Barzanî herwiha diyar kir, ku wî berî agahî dane Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û behsa giştpirsiyê kiriye û got: “Giştpirsiya ji bo serxwebûna Herêma Kurdistanê tiştekî asayî ye, mafekî yasayî ye. lewma me divê piştî encamdana vê proseyê bi awayekî aştiyane, bi rêya diyalogê ligel Bexdayê danûstandinan bikin.”

Derbarê nêrînên cuda yên liser referandûmê de Serok Barzanî da xuyakirin: “Mijara giştpirsiyê bi çarenivîsa hemû gelê Herêma Kurdistanê ve pêwendîdar e. Lewma ji partî û nakokiyên siyasî mezintir e. Niha piraniya gelê Kurdistanê piştgiriyê dide giştpirsiyê.”

Di hevpeyvînê de Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir, ku giştpirsî ji bo serxwebûnê ye û di danûstandinan de jî dest ji vê daxwaza gelê Kurdistanê bernadin û got: “Ji ber vê yekê pêwîst e encamên giştpirsiyê werin cîbicîkirin.”

Li ser pirsa, “Çima niha dema giştpirsiyê ye?” Serok Barzanî destnîşan kir: “Beriya niha jî çendîn caran me xwest em giştpirsiyê bikin. Lê rewş ne guncayî bû. Lê eger em zêdetir vê mijarê paşve bixin, ev yek di berjewendiya gelê Herêma Kurdistanê de nabe. Herwiha dê bandoreke xirap li çarenivîsa gel bike. Lewma niha dem dema herî baş e ji bo giştpirsiyê.”

Derbarê nakokiyên nav xwe yên Herêma Kurdistanê û dema giştpirsiyê de Mesûd Barzanî ji kovara amerîkî re got: “Nabe em li hêviyê bimînin ku hemû pirsgirêk çareser bibin. Dema welatên din jî ev gav avêtin pirsgirêkên wan ên navxwe hebûn. Ji ber hindê jî nabe em giştpirsiyê paşvebixin. Ji ber ku mijar ji van pirsgirêkan mezintir e.

Serok Barzanî destnîşan kir, ku yekem car dê giştpirsî were kirin û paşî pirgirêkên navxwe werin gotûbêjkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button