Break newsNûçeslide

Barzanî : Gelê Kurdistanê dixwaze bi riya aştiyê û dûr ji tundûtûjiyê bigihê mafê xwe

 Yekîtî Media 8/8/2017

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçova pêşwazîkirina li Balyozê Brîtanya li Iraqê  Francis Baker û şanda pê re ragihand, gelê Kurdistanê dixwaze bi riya aştiyê û dûr ji tundûtûjiyê bigihê mafê xwe.

Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê di qonaxa piştî DAIŞê de û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê hate kirin. Herwiha ronahî jî hate xistin li ser pêşeroja pêwendiyên herêm û Bexdayê bo biryara gelê Kurdistanê ya birêvebirina referandûmê di 25ê Îlona îsal de.

Di hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku, gelê Kurdistanê dixwaze bi riya aştiyê û dûr ji tundûtûjiyê bigihê mafê xwe û baştirîn pêwendiyên wê ligel Bexda û welatên cîran hebin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button