Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Barzanî ferman da Pêşmerge: Mal û jiyana xelkê sivîl biparêzin

Hewlêr – Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di fermanekê de ji hêzên Pêşmerge yên di eniyên şerê li dijî DAIŞê de xwest, divê bi her awayî “mal û jiyana xelkkê sivîl” biparêzin.

Barzanî di bi fermaneke nivîskî ku nusxeyek ji Rûdawê re hatiye şandin, ji tabûrên 70 û 80 yên Pêşmerge ku yek ji wan girêdayî PDKê û yek jî girêdayî YNKê ye, xwestiye “divê mal û jiyana xelkê sivîl biparêzin û dema cihekî rizgar dikin divê xelkê sivîl û yên alîkariya terorîstan dikin ji hev veqetînin.”

Barzanî di heman demê de ji wan re dibêje, “dilê we bi terorîstan neşewite û ruhmê li wan nekin”.

Naveroka fermana Fermandeyê Giştî yê Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wiha ye:

“Ji Wezareta Pêşmerge, Wezareta Navxwe, tabûrên 70 û 80 û Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê re!
Hemû yekîneyên leşkerî yên di eniyên şerê li dijî terorîstan de ne bên agahdarkirin ku di şerê li dijî terorîstan de divê wî exlaqê bilind biparêzin ku di dirêjahiya dîrokê de Pêşmerge û gelê kurd pê tê naskirin. Divê mal û jiyana xelkê sivîl bê parastin û dema deverek tê rizgarkirin xelkê sivîl ji terorîstan û yên alîkariya wan kirine ji hev bên veqetandin.

Bila dilê we li terorîstan neşewite û ruhmê li yên hevdest û piştevanên terorîstan bûne nekin. Lê di heman demê de jiyana xelkê sivîl biparêzin û bi exlaqê bilind ê pêşmergetî û kurdiniyê bi wan re bidin û bistînin.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

21ê Tebaxa 2014an”
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button