Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Barzanî: Eger aliyên siyasî lihev nekin…

Hewlêr (Rûdaw) –  Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, ewa ku roja 23ê Hezîranê li parlamentoyê qewimî, metirsî ye bo ser Bingeha lihevkirinê. Barzanî dibêje, eger aliyên siyasî lihev nekin, ew jî dê helwesta xwe eşkere bike.
 
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê de peyamek belav kir.

Mesûd Barzanî di vê peyama xwe de û derbarê pirsa yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê de ragihandiye: “Kurdistan ber bi qonaxek gelek ciyawaz û girîng ve diçe. Îro zêdetir ji hemû demî, me pêwîstî bi yekrêzî û rêkeftin û lihevkirinê heye.”

Mesûd Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Derbarê rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û pirsa Serokatiya Herêmê de, ez ji we yên xoştevî re radigihînim ku berî 2 salan, bi nameyekê ji bo Serokatiya Parlamentoyê, min daxwaz li wan kir ku ligel partiyan pirsa Serokatiya Herêmê bi lihevhatinê yekalî bikin. Berî çend mehan jî, her dîsan bi partiyan re rûniştim û min daxwaz ji wan kir ku bilez çareserkê bo wê pirsê bibînin.”

Mesûd Barzanî di berdewamiya peyama xwe de dibêje: “Di heyamên borî de, min hemû karên xwe yên sereke bi rêya lihevhatin û wergirtina nerînan encam daye û min rêz jî li lihevkirin û rêkeftina aliyan di nav wan bi xwe de girtiye û min alîkariya wan daye ku ew lihevhatina wan şêweyeke yasayî werbigire. Yasaya hejmara 4 a 2015 a parlamentoyê bo amadekirina destûr, jibilî wê ku me têbînî li ser hebû, lê ji ber berjewendiya welat û parastina yekrêziya gelê me, min îmza kir. Pêştir jî reşnivîsa projeya Destûra Herêma Kurdistanê ku bi komdengî ya aliyan û bi dengê 96 parlamenteran hatibû pesendkirin, her ji ber lihevkirin û rêkeftina hemû aliyên siyasî û parastina yekrêziya gelê me, me nexist rapirsiyê.”

 

Barzanî di beşeke din a peyama xwe de wiha domand: “Ewa ku roja 23/6/2015 li parlamentoyê qewimî, metirsî ye li ser bingeh û pirensîpên tewafoq û lihevhatinê, ew Bingeha ku Serokatiya Parlamentoyê û kabîneya heştem li ser wê hatine damezrandin. Niha jî ji ber berjewendiya gel û welatê me, ez daxwaz li partiyan dikim, dûr ji berjewendiya teng a partatiyê û bi li ber çav girtina berjewendiya welat û herwiha berçavgirtina rewşa nazik û hestyar a niha ku welatê me têde derbas dibe, vegerin ser pirensîpa lihevkirinê. Çimkî tenê bi lihevkirinê pirsên niştîmanî û serekî, ligel pirsa Serokatiya Herêmê jî dikarin werin çareserkirin.”

 

Barzanî herwiha tekez dike: “Kurdistan ber bi qonaxek gelek ciyawaz û giring ve diçe. Îro zêdetir ji hemû demî, me pêwîstî bi yekrêzî û rêkeftin û lihevkirinê heye. Ewa ku ji aliyê yasayî ve pêwîst be, min di aliyê xwe de kiriye. Erekê niştîmanî dikeve ser hemû aliyan ku heya 8/20 bigihin encamekê ku dikarin bi lihevkirinê rêkbikevin. Eger jî ew alî li gor pirensîpa lihevkirinê tevnegeriyan, hingê ez jî dê helwêsta xwe rabigihînim.”

Barzanî herwiha daxwaz ji parlamenteran û hikûmet û partiyên siyasî dike, ku bi kûrî bîr li çareserkirina kirîzên darayî û şerê DAIŞê, pirsa jiyan û derbara jiyanê, bi taybetî Pêşmergeyan bikin û girîngiyek hêja bidin wan.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button