Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Barzanî: Biryara referandûmê ya gelê Kurdistanê ye, biryareke bê veger e

Yekîtî Media 19/6/2017

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, biryara referandûmê ya gelê Kurdistanê ye, biyareke bê veger e û tekez jî li wê yekê kir ku Kurdistan dûrî tundiyê û bi sûdwergirtina li amrazên aştiyane û guftûgoyê û hevdû têgihîştina li gel aliyên Iraqiyan kar ji bo bi cîhkirina mafên wê dike.

Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, “Roja dûşem 19.06.2017 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Selîm Cibûrî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şandekî li gel kir ku ji hejmarek parlementer û nûnerên kutleyên siyasiyên li nav Encûmena Nûnerên Iraqê pêkhatibû.

Li hevdîtinê de ku Fazil Mîranî Sekreter û Dr Roj Nurî Şaweys û Azad Berwarî û Mehmud Mihemed Endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn, rewşa siyasî û emniya Iraqê û şerê azadkirina Musil û qonaxa piştî Da’îş û rewşa navçeyên azadkirî û rewşa koçberan guftûgokirin, her wiha ronahî xistin li ser hevkêşeyên siyasiyên navxweya Iraqê û hilbijartinên pêş yên Parlemena Iraqê.

Li beşekî dinê civînê de referandûm û paşaroja Kurdistanê û dewleta Iraqê xistin ber behs û guftûgoyan û Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser sedemên binpêkirina destûr û şeraket û tewafuq li Iraqê balkişand li ser wê yekê ku biryare referandûma gelê Kurdistanê biryarekî bê vegerane û tekez jî li wê yekê kir ku Kurdistan dûrî tundiyê û bi sûdwergirtina li amrazên aştiyane û guftûgoyê û hevdû têgihîştina li gel aliyên Iraqiyan kar ji bo bi cîhkirina mafên wê dike.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button