Break newsNûçeslide

Barzanî: Biryara referandûmê li ser binemaya ezmûneke tehl ligel dewleta Iraqê hatiye dayîn

Yekîtî Media 21/6/2017

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, biryara refeandûmê ya gelê Kurdistanê li ser binemaya ezmûneke tehl ligel dewleta Iraqê hate dayîn.

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand jî, ji roja ku Iraqê biryara birîna budceya xelkê Kurdistanê da, wan biryara dabeşkirina Iraqê da.

Ev daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê di çarçova civînekê ligel kesayetiyên civakî, akademiyen û serokên hozên Ereb ên parêzgeha Neynewa û Mexmûrê li Hewlêrê de hat, ku tê de behsa dawî pêşhatên siyasî, rewşa bajarê Mûsilê, referandûm û guzariya koçberan hate kirin.

Di civînê de Serok Barzanî di gotarekê de amaje bi rewşa siyasî û ewlehî ya parêzgeha Neynewa û têkşikandina leşkerî ya DAIŞê da û tekezî li wê yekê kir, heger sedemên derketina DAIŞê çareser nebin, gefa derketina DAIŞê bi awayekî din berdewam dibe. Pêwîst e axaftin ne li ser encaman be, lê divê sedemên derketina wê bêne çareserkrin.

Di beşeke din de, Serokê Barzanî amaje bi wê da, ku biryara referandûma gelê Kurdistanê li ser bingeha ezmûneke tehl ligel dewleta Iraqê hatiye dayîn û di dirêjehiya axaftina xwe de behsa bobelat û karesatên ku di sedsala borî de ji aliyê hikûmetên Iraqê ve bi serê gelê Kurdistanê hatine kirin kir û mercên hevpariyê ligel gelê Kurd ji aliyê hikûmetên Iraqê ve hatine binpêkirin.

Serok Barzanî behsa qonaxa piştî rûxandina rêjîma Beis û beşdariya Kurdistanê derbarê bingeha dewleta Iraqê û nivîsandina destûrê kir, ku bi awayekî ne yasayî û ne destûrî û wek cezakirina xelkê Kurdistanê, nanê û bucdeya xelkê Kurdistanê hate birîn, bi wê yekî wan bixwe biryara dabeşkirina Iraqê da.

Serok Barzanî mana rewşa Iraqê bi vî awayî bi gef û metirsî zanî û amaje bi wê da ku nabe di Iraqeke yekgirtî de bimînin û şer bikin û pirsgirêk kûr bibin. Piştî referandûmê jî Kurdistan ligel Bexdayê bi goftûgo û jihev têgihêştin digihe çarerseriya guncaw û aştiyane. Bexda û Hewlêr ji hev re wek kûrahiya stratejîk dimînin.

Her di wê civînê de, kesayetên Civakî, akademisyen û serokên hozên Erebên parêzgeha Neynewa û Mexmûrê pirs û têbîniyên xwe derbarê rewşa koçberan û pêşeroja navçeyên wan bi Serok Barzanî ragihandin û Serok Barzanî bersiva wan da, ku ferhenga gelê Kurdistanê ferhengeke parastina mafê mirovan e û ti cudahiyê nake di navberan pêkhateyan de ye.

Serok Barzanî daxwaz ji kesayetên Civakî, akademisyen û serokên hozên Erebên parêzgeha Neynewa û Mexmûrê ku bi azadî di referandûmê de beşdar bin û xelkê navçeyên wan çi biryarekê li ser çarenivîsa xwe dan, ew biryar bicih dibe û ti kesek ti biryarekê li ser wan nasepîne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button