Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Barzanî Bi Bexdayê re hemû pirsgirêkan çareser dike

Yekîtî Media 29/9/2016

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî îro di serdana xwe de ji Bexdayê re ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya, piştî civînê jî konferanseke rojnamegerî lidar xist.

Serokwezîrê Iraqê di konferansa rojnamegerî de ragihand, li gor yasa û destûrê, desthilata parêzgeran zêdetir dikin. Ebadî got: “Piştgîriya Herêma Kurdistanê dikin û bi hev re hevahengiyê dikin bo çareserkirina pirsgirêkan. Ji sala 2003an de çendîn guhartin rû dane. Hin ji wan pirsgirêkan çareser nebûn, lê berdewam dibin, heta çareserkirina hemû pirsgirêkan.”

Ebadî got jî: “Pirsgirêka petrol û mûçeyên Herêma Kurdistanê çareser dikin û hevahengiya leşkerî ya baş di navbera Bexda û Hewlêrê de heye. Tenê Iraqî beşdarî şerê Mûsilê dikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê di konferansa rojnamegerî de piştgîriya Ebadî kir û got: “ Me di civînê de çend babetan kir û hevahengiya baş di navbera hêzên Iraqî û Pêşmerge de heye û planeke baş bo rizgarkirina Mûsilê me danî.”

Barzanî got jî, ku tevahiya pirsgirêkan bi riya danûstandinê çareser dibin, Herêma Kurdistanê kûrahiyeke stratîjî ligel Bexdayê heye. Tevahiya navçeyên di bin desthilata DAIŞê de kontrol dikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, “Di mijarên petrol û gazê de ligel Bexdayê lihev nêzîkbûnek heye.”

Barzanî gotinên xwe arasteyî xelkê Mûsilê kir û got: “Di demeke nêzîk de Mûsilê ji destê DAIŞê rizgar dikin û pêşeroja welatiyên Mûsilê diparêzin. Armanca me jinavbirina DAIŞê ye.”

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button