Break newsNûçeslide

Bangewaza Hevkarî: Emê mirinê hilbijêrin, ne serîtewandinê

Yekîtî Media 6/10/2017

Komîteya Bilind a Hevkarîya Partîyên Kurdistanî li Almanya bi beyanameyekê bangî azadîxwazên dinyayê, serokên welatên cîhanê sazî û dam û dezgehên navdewletî û cîhanî kir û daxwaza piştgiriya serxwebûna Kurdistanê li wan kir.

“Em bi navê gelê Kurd daxwazê li we dikin, berpirsîyarîya exlaqî ya xwe bi kar bînin û mafê gelê Kurd ê çarenivîsa xwe, bigrin ber çav. Ew mafê, ku di belgenameyên netweyên yekgirtî de cih girtîye, û dibêje her milletek mafê wî heye, ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bide. Gelê Kurdistanê di vê çarçoveyê de, di 25.09.2017an de, bi pêvajoyek demokratîk û şefaf (zelal) giştpirsîya serxwebûnê pêk anî. Ji sedî 92,7 ji dengdêran dengê “belê” bo serxwebunê dan. Ne hew Kurd, her wiha Ereb û Tirkmen û Kildan û Aşurî, Misilman û Mesîhî û Êzdî di vê proseyê / pêvajoyêde beşdar bûn. Bi şahîdîya hemû çavdêrên navdewletî, li gorî hemû pîvanên cîhanî ev pêvajo proseyeke şefaf û demokratik bû.

“Gelê Kurd, li rojhilata naverast yek ji gelên herî kevntirîn e.  Gelekî aştîxwaz e, û xwedîyê kultur û ziman û axa xwe ye. Bi gelên din yên navçeyê re bi şêweyekî aştiyane û birayetî jîyaye û tu carî zilm li kesî nekirîye. Hew di şer û êrişên dijminan de xwe parastîye.

“Mixabin, piştî şerê cîhanê yê yekemîn gel û axa Kurdistanê bi ser her çar welatên Iraq, Îran, Tirkîye û Surîye ve hat par vekirin. Ji wê demê heta niha zilm li Kurdan tê kirin, bi agir hesin dixwazin gelê Kurd ji nav bibin / ji holê rakin. Bi çendîn car û şêwên cuda hatîye komkuj kirin û bi hezaran jînde hatine binax û enfal kirin.  Bi ser wî gazên kîmyayî hatine taqî kirin. Lê belê gelê Kurd carekê jî dest neavêtîye bikaranîna zilim û terorê. Tersê wê, tevgeriyaye, û xwestiye bi riyên demokrasî û aştîyane mafên xwe bi dest xe.

“Hemû dinya şahidê wê bû, ku dema gelê Kurdistana Iraqê biryara referandûm û serxwebunê da û encama wê bi serketinê “belê” bû,  rejimên Iraq û Îran û Tirkî ne hew encam qebûl nekirin, tersê wê, gefên dagirkirin û komkujîya gelê Kurdistanê dixwin. Ew gelê, ku ev çar sal in xwe di şerê dijî terorîstên DAIŞê de kirîye mertal û bergirîya dinyayê dike, bi rik li hember dijminên mirovatîyê radiweste û dijmin anîye ber têkçûnê. Di vê pêvajoyê de, pêşmergeyên Kurdistanê bihezaran rolên qehremaniyê lîstine. Qurbanî dane û bihezaran jî birîndar û kêmendam (seqet) bûne. Mixabin, welatên demokrasîxwaz, ku bawerîya wan bi demokrasî û biryara gelan heye, di şuna ku piştevanîya gelê Kurdistanê bikin û piştgirîya proseyê bikin, ew tiştên bo gelên xwe helal dibînin, lê bo gelê Kurdîstan heram dibînin.

“Me hêvî dikir ku, dema yekem derçûna encama rapirsîya gelê Kurdistanê ew ê hemû bi yekdengî û bi hêz piştgirî û pîrozbayîya me bikin. Tersê wê, we ev nekir. Hûn li dijî me sekinîn. Ji ber wê niha hikumeta tayferîya mezhebî ya li Bexdayê û rêjîmên Îran û Tirkîyê tehdîdan li gelê Kurdistanê dikin û abloqya hewayî û erdî xistine ser me, hêzên xwe nêzîkî sînor kirine û gefên lêdana Kurdistanê dixwin, ji ber ku me daxwaza mafê xwe kiriye.

“Em dawê li we dikin, ku hûn li ser bingeha mafên mirovan, mafên gelan û hemû wan diruşmên we, bang li we dikin, ku piştgirî û piştevanîya xwe bo gelê Kurdistanê nîşan bidin û pêşîya wan rejîmên barbar û şoven bigrin, ku destên xwe ji zilm û neheqîyê beramber gelê Kurdistanê bikşînin. Me destê xwe yê aştîyê bo her hêlê dirêj kirîye, dijî şer û xwînrijandinê. Em dilxwazê wê ne, ku hemu gelên navçeyê bi azadî û tebayî û her kes li ser axa xwe bijî. Lê di dema her gef û êrişeke li ser gelê me û welatê me de, em neçarin, xwe biparêzin.

“Emê mirinê hilbijêrin, ne serîtewandinê!

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button