Break newsNûçeslide

Balafirên şer ên Tirkiyê gundên Rajoyê bombebaran dikin

Yekîtî Media
Di roja 23an de ji êrîşa artêşa Tirkiyê û girûpên mertala Ferat û girûpên Islamî li ser Efrînê, balafirên şer ên Tirkiyê gundên nahiya Rajoyê bombebaran kirin.
Jêderên navxweyî ji Yekîtî Media re ragihandin, ku blafirên cengî gundên Nebî Hûrî û Şêx Werza yên girêdayî Rajoyê bombebaran kirin.
Li navçeya Şiyê şerûpevçûn di navbera YPG û çekdarên Mertala Ferat de li gundê Qurmitliq geriya.
Herweha topxaneya Tirkiyê bombebarankirina nahiya Cindêrsê berdewamkir li gel derketina şer û pevçûnan di nav herdû aliyan de.
Doh jî 11 serbazên artêşa Tirkiyê hatin kuştin, û helîkoptereke li ser destê şervanên YPGê hate xwarê û di encamê de herdû pîlotên wê hatin kuştin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button