Bajarê Mûsilê di 3 hefteyên din de azad dibe

Bajarê Mûsilê di 3 hefteyên din de azad dibe

Yekîtî Media 30/4/2017

Sererkanê Giştî yê Artêşa Iraqê Osman El Ganimî radigihîne, tevahiya Mûsilê dê berî bidawiya meha Gulanê ji destê DAIŞê were rizgarkirin.

Sererkanê Giştî yê Artêşa Iraqê Osman El-Ganimî ji rojnemaya “El-Sabah” re ragihand ku, tevahiya Mûsilê dê di nav 3 hefteyan de ji destê DAIŞê bê rizgarkirin û bajarê Mûsilê dê azad bibe.

Li gor zanyariyên hêzên Iraqî hîn dora 200 ta 300 çekdarên DAIŞê li rojavayê Mûsilê ne, piraniya wan çekdarên biyanî ne.