Break newsNûçeslide

Asian Times: Kurdistana Serbixwe dibe nimûneya serfiraziya demokrasiyê li navçeyê

Yekîtî Media 30/8/2017

Pisporê geo-siyasî yê rojnameya Asian Times Manish Rai, di rojnameyê de derbarê proseya referendûma serxwebûna Kurdistanê, girîngiya ewleyî, aborî, siyasî ya Kurdistanê nirxand û diyarkir ku: “Kurdistanê berî 56 salan Şoreşa Îlonê destpêkir û ger Kurdistan ji Iraqê veqete û liser piyên xwe raweste, ev ji aştî û demokraisyê li Rojhilata Navîn re dibe nimûneya serfiraziyê”.

Manish Rai destnîşan dike: “hesten serxwebûnê li Kurdistanê roj lipey rojê bilindtir dibin. Li gelek bajaran Ala Kurdistanê pêl dide, di hemû dezgehan de bi kurdî tê axaftin, medya bi kurdî weşanê dike”.

Rai herweha liser dewlemendiyên Kurdistanê radiweste: “Kurdistan a serbixwe bi dewlemendiyên xwe dikare desthilatek sûdwer û ewleyiyê bi hevêdu ve girêbide û ev bibe binamaya demokrasiyê. Jib o Rojavayê Kurdistanê jî û liberalên democrat ên Rojhilata Navîn bibe nimûneya serfiraziyê”.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button