Break newsNûçeslide

Asayişa PYDê hemû nivîsgehên ENKSê û partiyên wê li bajarên Kurdî girtin

Yekîtî Media 15/3/2017

Asayişa PYD nivîsgeh û baregehên ENKS û PDK-S û PYKS û hin saziyên civaka sivîl li bajarên Rojavayê Kurdistanê girtin.

Asayişa PYDê şeva borî hejmarek ji nivîsgeh û baregehên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) û hin rêxistinên civaka sivîl bi behaneya wernegirtina muhletê ji Desteya Navxwe ya Rêveberiya Xweser ya girêdayî PYDê girtin.

Li gor nûçegihanên Yekîtî Media nivîsgeh û baregehên hatine daxistin ev in:

Qamişlo: Baregeha PDK-Sê, Baregeha PYKS, bargeha ENKSê.

Amûdê: Baregeha ENKSê, Baregeha PDK-Sê, Baregeha PYKS, Nivîsgeha Yekîtiya xwendekar û Ciwanên Demokratîk a Kurdistanê – Sûriye .

Hesekê: Baregeha PDK-Sê, Xwecihiya Rojhilata ya ENKSê, Xwecihiya Rojava ya ENKSê, Baregeha PYKS.

Dêrik: Xwecihiya ENKSê, Baregeha PDK-Sê, Baregeha PYKSê, Baregeha Partiya Demokrat a Pêşverû a Kurd li Sûriyê (Pêşverû), 2 Baregehên Tevgera Ciwanên Kurd, Nivîsgeha Sekretariya YXCDK-S, Nivîsgeha Yekîtiya Jinê ya Kurdistanê.

Kobanê : baregeha ENKSê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button