Break newsNûçeslide

Asayişa PYD termê pakrewan Mihemed Emîn Silo direvîne

Yekîtî Media 19/1/2017

Nûçegihanê Yekîtî Media ragihand ku, asayişa partiya Yekîtiya Demokratîk PYD, termê pakrewanê pêşmergeyên Roj Mihemed Emîn Ehmed Silo li nêzîkî gundê Şerkê yê devera Koçerat revandin û wî xistin turumpêleke asayişê de.

Cemawerê beşdar di cenazetê de ev kiryar bi hêrs wergirt, û berî dan bajarokê Çilaxa daku çarenivîsa cenazeta pêşmergeyê Roj nas bikin.

Piştî demekê asayişa PYD termê pakrewan Mihemed Emîn Silo bi turumpêla xwe gihandin goristana gundê Xirab Reşkê û li wir bi xakê hat sipartin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button