Break newsNûçeslide

Asayişa PYD serkirdeyê Partiya Yekîtî Ebdella Gedo û 4 girtiyên siyasî serbest berdan

Yekîtî Media 7/2/2017

Asayişa PYD ,îro sêşemê li bajarê Qamişlo, 5 girtiyên siyasî yên ENKSê serbest berdan, endamê komîta navendî ya partiya Yekîtî ya Kurd Ebdella Gedo jî di nav wan de bû, herweha Xiyas Ismaîl, Ebdil Rehîm Elî, Mihsin Xelef, Mihemed Elî Ferho jî serbest hatin berdan.

Tê zanîn ku nûçegihanê Yekîtî Media Alan Selîm Ehmed hîn girtî ye di zindanên asayişa PYDê de ji 15 meha tebaxa 2016an de.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button