Break newsNûçeslide

Asayişa PYD serkirdeyê ENKSê Beşar Emîn binçavkir

Yekîtî Media 21/5/2017

Li bajarê Hesekê endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Beşar Emîn ji aliyê Asayişa PYD ve, doh şemê, hate binçavkirin.

hat ragihandin, şeva borî asayişa PYD li bajarê Hesekê endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê û endamê Polîturoya PDK-Sê Beşar Emîn binçav kir.

Beşar Emîn doh di konferanseke rojnamevanî de ragihandibû, ewê berdewam bi biryara ENKSê ya vekirina nivîsgehên xwe.

Herwiha gotibû, mangirtin û xwepêşandan li derveyî welat birêve biçin, bo azadkirina hemû endam û serkirdeyên ENKSê  yên di girtîgehên PYD de ne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button