Break newsNûçeslide

Asayişa PYD nivîsgeha Emîndariya Giştî ya ENKSê li Qamişlo û ya xwecihiya Çilaxa dîsa girtin

Yekîtî Media 2/5/2017

Asayişa PYD nivîsgehên ENKSê li Qamişlo û Çilaxa girtin û sê endamên Xwecehiya Şehîd Nisredîn Birhik li Çilaxa binçav kirin û dûvre ew serbest berdan.

Nûçegihanê Yekîtî Media  li Qamişlo ragihand, îro Asayişa PYD li bajarê Qamişlo nivîsgeha Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya li taxa Siyahî de girtin.

Di heman demê de asayişa çilaxa jî nivîsgeha Xwecehiya Şehîd Nisredîn Birhik ya ENKSê girtin û Serokê Xwecehiyê Ebdulxefar Mihemed û 2 endamên din bi navê Elî Ferso û Fewaz Mihemed binçav kirin.

Cîgira seroka ENKSê Fesla Yûsiv ev kiryarên çekdarên PYD bi tundî şermezarkir.

2 3 4

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button