Break newsNûçeslide

Asayişa PYD li Girkêlegê binçavkirina siyasetmedaran berdewam dike

Yekîtî Media 21/1/2017

Asayişa partiya Yekîtiya Demokratîk PYD, doh înê 20 çile danê êvarî, endamekî rêxistina Girkêlegê ya partiya Demoqratî Kurdistanî – Sûriya binçavkir.

Çavkaniyek ji bajarokê Girkêlegê ji Yekîtî Media re ragihand, ku çekdarên PYD endamê PDK-S Silêman Tehlo dora demjimêr 5 êvarî binçavkirin.

Roja înê 6 çile, çekdarên PYD girtin ser mala Tehlo li gundê Çêlka yê gundewarê Girkêlegê û sê mêvanên wî binçavkirin, lê xelkên gund nehiştin ku çekdarên PYDê Silêman Tehlo binçav bikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button