Asayişa PYD herdû endamên Xwecehiya Çilaxa ya ENKSê serbest berdan

Asayişa PYD herdû endamên Xwecehiya Çilaxa ya ENKSê serbest berdan

Yekîtî Media 20/1/2017

Asayişa partiya Yekîtiya Demokrtîk PYD, sibeha îro înê 20ê çile, du endamên xwecehiya Çilaxa û Alya ya Encûmena Niştimanî ya Kurd ENKSê serbest berdan.

Nûçegihanê Yekîtî Media li Çilaxa ragihand, ku asayişa PYD serokê xwecehiyê Elî Ferso û endamê xwecehiyê Behzad Murad îro serbest berdan, piştî ku doh ew binçav kiribûn, dema ku ji mecilsa behîdariya şehîdê pêşmergên Roj Mihemed Emîn Silo vedgeriyan.