Break newsNûçeslide

Asayişa PYD endameke partiya Yekîtî ya Kurd revand

Yekîtî Media 13/7/2017

Girûpeke çekdar rûnuxmandî ser bi PYD ve endameke rêxistina Girê Sipî ya partiya Yekîtî ya kurd revand.

Nûçegihanê Yekîtî Media li Girê Sipî ragihand, ku çekdarên PYD roja 25 meha cehzêranê 2017an endama partiya Yekîtî Rodya Ismaîl Ibrahîm revandin piştî ku mala xalê wê dorpêçkirin, herweha nûçegihanê me amajekir ku malbata Rodya nexwestin ku nûçeyê belav bikin bi hêviya ku wê serbest berdin di riya hin ciwanmêran re.

Tê zanîn ku Rodya koçî Kurdistana Tirkiyê kir û li bajarê Orfayê rûnişt piştî êrîşa Daişê li ser Girê Sipî, û bi helkefta cejna remezanê vegeriya bajarê xwe.

Nûçegihanê me eşkerekir ku Rodya hate veguhestin jibo nexweşxaneyekê li Kobanê jiber têkçûna rewşa wê ya tenduristî piştî revandina wê.

Rodya Ismaîl Ibrahîm sala 1992an jidayik bûye, ew ji xelkê gundê Qezelî ye li gundewarê Girê Sipî, û çalakvan bû di navenda Aştî de li bajêr.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button