Break newsNûçeslide

Asayişa PYD 2 endamên PDK-S li Girkê Legê û Amûdê binçav kirin

Yekîtî Media 23/8/2017

Hat ragihandin, roja duşemê, hêzên asayişa PYD li bajarokê Girkê Legê bi 3 otombîlan bi ser mala endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Salih Cemîl Omer de girtin û bêyî ku ti sedemekê aşkere bikin, ew binçav kirin.

Herwiha li bajarê Amûdê jî duh sêşemê hêzên asayişa PYD endamê Komîta Navdendî ya PDK-Sê Ferhan Zilfo li ser riya Dirbasiyê binçav kirin.

Biryar e ENKSê îro 23ê vê mehê li pêşiya avahiya Netewên Yekgirtî li bajarê Qamişlo derkevin xwepêşandanekê û daxwaza serbestberdana girtiyên xwe yên di zîndanên PYD de bikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button