Asayişa PYD 13 endamên Emîndariya Giştî ya ENKSê li Qamişlo binçavkirin

Yekîtî Media 9/5/2017

Nûçegihanê Yekîtî Media li Qamişlo ragihand, ku asayişa PYD, îro sêşemê, êrîşî bargeha emîndariya giştî ya ENKSê li Qamişlo li taxa Siyahî kirin, bi armanca girtina wê bargehê ya ku roja yekşemê vebû piştî mangirtineke cemawerî ku ENKSê li pêşiya bargeha xwe lidarxist.

Li gor nûçegihanê Yekîtî Media asayişa PYD 13 endamên emîndariya giştî ya ENKSê binçavkirine, û navên wan ev in:

Mihsin Tahir – Ebdilsemed Xelef Biro – Fethî Gedo – Ehmed Icê – Narîn Metînî – Fesla Yûsif – Mehmûd Melle – Mehmûd Hac Elî – Ferhad Temo – Emîn Husam – Qasim Şerîf – Mihemed Eyo – Tahir Hesaf.

You might also like

Comments are closed.