Break newsNûçeslide

Artêşa Tirkiyê xakên sînorî li Efrînê desteser dike

Yekîtî Media 23/1/2017

Artêşa Tirkiyê, roja yekşemê 22ê çile, xakên girêdayî gundê Kurdo li navçeya Bilbilê li gundewarê Efrînê desteserkirin, piştî ku zirpoşên leşkerî yên Tirkî 300 m derbasî xaka Kurdistana Sûriyê bûn û bi dirêjahiya 3 km li ser sînorê wê navçeyê.

Herweha artêşa Tirkiyê, rojên înê û şemê 13 û 14ê çile, zêdetirî 1300 darên zeytûnan li gundê Qermîtliq yê girêdayî navçeya Şêx Elhedîd li gundewarê Efrînê ji kok ve rakirin, bi merema avakirina dîwarekî li ser sînor.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button