Break newsNûçeslide

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê dest datînin ser zîndana navendî ya Efrînê

Yekîtî Media
Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê dest datînin ser zîndana navendî ya Efrînê, lê çarenivîsa girtiyên tê de ne diyar in.
Li gor ajansên opozîsyona Sûriyê, piştî şer û pevçûnên bi YPGê re, îro çakdarên opozîsyona Sûriyê zîndana navendî ya Efrînê kontrol kirin, bêyî ku hejmara kuştî û birîndaran diyar bike.
Li gor hevjîna Serkirdeyê PDK-Sê Ebdilrehman Apo , ku hevjînê wê di zîndana navendî ya Efrînê de girtî bû û çend caran asayişa Efrînê rê dabûn wê ku serdana wî li wê zîndanê bike.
Şeva bûrî û berî zîndana Efrînê ji aliyê çekdarên opozîsyonê ve bê kontrolkirin, li tûra civakî hatibû belavkirin ku endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Ebdilrehman Apo hatiye berdan, lê malbata Ebdulrehman Apo re, tekez kirin ku Apo hîna negihîştiye malê û çarenivîsa wî ne diyar e.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button