Break newsNûçeslide

Artêşa Tirkiyê komkujiyek li Cindirêsê kir, 5 welatî şehîdbûn

Yekîtî Media
Artêşa Tirkiyê komkujiyekê li gundê Yelanqozê yê nêzîkî bajarokê Cindirêsê dike, di encamê de 5 welatiyên sivîl şehîd bûn.
Artêşa Tirkiyê îro bi êrîşeke berfereh girte ser navçeya Cindirêsê û di encama bombebarana li ser gundê Yelanqozê ya nêzîkî Cindirêsê 5 welatiyên sivîl şehîd bûn, ku zarok jî di nav de hene.
Ev yek di demekê de ye, çend roj in artêşa Tirkiyê bi riya topxane, firoke û helîkopteran û tundî navenda navçeya Cindirêsê bombebaran dikin û ligel girûpên çekdar ên ser bi wê ve hewl didin derbasî bajarokê Cindirêsê bibin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button