Artêşa Tirkiyê hêzên xwe li ser sînorê Sûriyê zêde dike

Artêşa Tirkiyê hêzên xwe li ser sînorê Sûriyê zêde dike

Yekîtî Media 5/6/2017

Îro hejmarek zêde leşkerên Tirkiyê bi wesaîtên zirxpoş ji bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê ber bi bajarê Kilîsê yê li ser sînor hatin veguhestin.

Veguhestina leşkerî di bin bergiriyên ewlekariyê yên berfireh de pêk hat. Leşkerên Tirkiyê li devera Çobanbey ku li ser sînor e bicih bûn. Herwiha hejmarek zêde tank û wesaîtên zirxpoş jî hatin veguhestin.

Duh Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihandibû ku, heger ji Sûriyê ber bi Tirkiyê ve êrîşek çê bibe, ew bêyî ku ji ti kesî bişêwirin, dê bersiva xwe bidin.