Break newsNûçeslide

Artêşa Tirkiyê Efrînê topbaran dike

Yekîtî Media
Îro piştî nîvro Artêşa Tirkiyê ragihand ku, ew bi topan êrîşî binkeyên Partiya yekîtiya Demokratîk (PYD) li Efrînê dikin. Ligor agahdariyên medyaya Tirk, ji bajarokê Reyhanli girêdayî Hatayê ji binkeya sînorî ya Ogulpinar topbaran hatine ancam dan.
Ligor medyaya Tirk dengên topan li Reyhanli jî tên bihîstin.
Serokomarê Tirkiyê Erdogan her îro li bajarê Elezîzê di Kongreya AK Partî de ragihandibû ku, hefteyek bi ser ve derbas nabe, ew dê hêza Tirkiye nîşan bidin!

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button