Break newsNûçeslide

Artêşa Tirkiyê binkeyên YPGê li gundên Efrînê topbaran dike

Yekîtî Media 27/4/2017

Li navçeyên Raco û Şiyê yên Efrînê şer di navbera hêzên Tirkiyê û Yekîneyên Parstina Gel (YPG) ji doh ve derketiye, Artêşa Tirkiyê îro gundên Efrînê yên sînorî dide ber topan.

Çavkaniyek navxweyî ji Yekîtî Media  re ragihandin, ji duh ve şer di navbera hêzên Tirkiyê û YPGê li navçeyên Raco û Şiyê yên Efrînê derketiye. Îro jî artêşa Tirkiyê Qermitliq, Çeqela, Memila, Qerebaba, Firfirkê û pira Heşerkê daye ber topan.

Tê zanîn ku, duh jî artêşa Tirkiyê li çeperên YPGê yên li gundên Firfirkê, Qerebaba û Pira Heşarkê li devera Reco ya Efrînê dabû ber topan, Ji aliyê xwe ve, YPGê jî ragihandiye ku wan bersiva êrîşên artêşa Tirkiyê dane.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button