Artêşa Tirkiyê 3 sivîl li ser sînorê gundewarê Dirbêsiyê kuştin

Artêşa Tirkiyê 3 sivîl li ser sînorê gundewarê Dirbêsiyê kuştin

Yekîtî Media 6/12/2016

Nûçegihanê Yekîtî Media li Dirbêsiyê ragihand, ku pasvanên sînor yên Tirk 3 sivîl gullebaran kirin, roja yekşemê 4 berçile, dema ku dixwestin derbasî hindirê Tirkiyê bibin ji hêla gundê Ebû Cerada yê gundewarê Dirbêsiyê, û di encamê de wan her sê kesan jiyana xwe ji dest dan, ew her sê sivîlên ku hatin kuştin di hundirê girûpekê de bûn ku ji 17 kesan pêk dihat.