Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Artêşa Rêjîma Sûriyê 6 bîrên petrolê li Reqayê kontrol dike

Yekîtî Media 16/7/2017

Artêşa Rêjîma Sûriyê 6 bîrên petrolê li gundewarê Reqayê kontrol kirin û berve bajarê Dêrezorê di pêşveçûnê de ne.

Medyaya ser bi rêjîma Sûriyê belav kiriye ku artêşa Sûriyê li başûrê rojavayê Reqayê di pêşveçûnê de ye û çend gund kontrol kirine û bîrên petrolê yên Wehab, Fehed û dibîsan û 3 bîrên din li wê deverê ji destê DAIŞê derxistine.

Herwiha artêşa Rêjîma Sûriyê berê xwe daye bajarokê Sexneyê ku wek dergehê bajarê Dêrazorê tê naskirin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan jî, bi piştevaniya firokeyên Rûsî, artêşa Rêjîma Sûriyê rûbereke li rojhilatê parêzgeha Hema û Humsê û heta sînorê Dêrezorê kontrol kiriye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button