Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Angêla Mêrkil: Encama referandumê nîşan da ku civak çiqasî ji hev veqetiya ye

Yekîtî Media 17/4/2017

Şêwirmenda Almanyayê Angêla Mêrkil piştî encamên ne fermî yên referanduma Tirkiyê banga “Diyaloga birêz” ji bo Tirkiyeyê kir.

Angêla Mêrkil bi Wezîrê Derve Sigmar Gabriel re civîneke çapameniyê li dar xist. Angêla Mêrkil wiha got: Piştî kampanya referandumê ya dijwar hikûmeta Elmanyayê daxwaz ji siyasetmedar, partiyên siyasî û hikûmeta Tirkiyeyê dike ku diyalog û bangên erênî û rêzdarî bên kirin dike.

Şêwirmenda Almanya got jî: “Li gorî encamên dawî yên nefermî em rêzê li encamên referandûmê digirin. Encama referandumê nişan da ku civak çiqas ji hev veqetiya ye. Ev jî di berpirsyariya hikûmet û serokomariya Tirkiyeyê de ye. Em dixwazin di demek herî nêzîk de bi Tirkiyeyê re hevdîtinên dualî pêk bînin.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button