Break newsRaportslide

Amûdê : komîta Celadet Bedirxan cejna mamostê Kurd pîrozkir

Yekîtî Media 27/4/2017

Li bajarê Amûdê , doh çarşemê, komîta Celadet Bedirxan ya hînkirina zimanê kurdî şahiyek bi helkefta cejna mamostê kurd lidarxist, û têde mamosteyekî kurd hat xelatkirin.

Di şahiyê de mamoste Ismaîl Sînan gotina komîtê pêşkêşkir, herweha mamoste Enwer Naso endamê komîta siyasî ya partiya Yekîtî gotinek arasteyî beşdaran kir, herweha çend helbestvanên Amûdê jî bi helbestên xwe beşdar bûn.

Di dawiya şahiyê de, mamoste Talib Esed hat xelatkirin, jiber xizmetguzariyên wî ji şagirtên bajarê Amûdê re.

Tê zanîn ku komîta Celadet Bedirxan ya hînkirina zimanê kurdî sala 2006an hate damezirandin, û bi sedan şagirtên zimanê kurdî perwerdekirine.

2 3 4

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button