Break newsNûçeslide

Ammar El-Hekîm dijberiya xwe hemberî referendûma serxwebûna Kurdistanê diyarkir

Yekîtî Media 21/4/2017

Serokê Koalisyona Şîa Ammar El-Hekîm, bi awayek eşkere dijberiya xwe hemberî referendûma serxwebûna Kurdistanê diyarkir.

El Hekîm di daxûyaniya xwe ku dayî Reuters de, diyar dike ku : “Ger Kurd referendûmek weha encam bidin, ew dê yek alî be. Ez bawer dikim ku, tu caran kişandina sînoran bi xwînê sernekeftiye û li Iraqê jî dê encamek erênî nebe”.

Milişyaên Şîa yên nêzîkî Îranê gotibûn ku, ger Kurd pêngava referendûmê bavêjin, dê nehêlin Kurd li deverên derveyî herêma Kurdistanê, referendum lidar bikeve. Lê, ji aliyê xwe ve El Hekîm dibêje ku, “ew bawer nake pirsgirêka di navbeyna Hewlêr û Bexdayê bigihije dijberiyek şerkar”.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button