Break newsNûçeslide

Amerîkayê daxwaza Salih Muslim bo wergirtina vîzayê wê redkir

Yekîtî Media 27/5/2017

Hat ragihandin ku Amerîkayê vîze nedaye Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim here wî welatî û beşdarî konferansa “Hevkariya Kurd-Amerîkayê Di Heyama Ji nûve Dîzaynkirina Rojhilata Navîn de” bibe.

Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyeta tirkî ji ber nedana vîzeyê Hevserokê Giştî yê PYDê Salih Muslim bi rêya Skypeyê beşdarî konferansa navborî ya li Waşingtonê bûye.

Li ser pirsa “Tu çima ne li wê derê yî?” Muslim got, Amerîkayê beriya 2 mehan serlêdana wî ya bo vîzeyê red kiriye.

Muslim eşkerekir ku destê lobiya Tirkî li Amerîkayê di biryara nedana vîzayê bo wî têde heye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button