Break newsNûçeslide

Amerîka rêzê li xwestekên rewa yên Herêma Kurdistanê digre

Yekîtî Media 19/7/2017

Amerîka derbarê birêveçûna referandûma serxwebûna Kurdistanê de radigihîne, ew rêzê li xwestekên rewa yên Herêma Kurdistanê digirin.

Balyoza Amerîka di Netewên Yekgirtî de Nikki Haley derbarê encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê de ragihand, Waşington rêzê li xwestekên rewa yên gelê Kurd li Iraqê digire, lê dibînin ku encamdana referandûmê dê wan ji armanca sereke ya li Iraqê ku şerê DAIŞê ye, bidûr bixe.

Nikki Haley ew daxuyanî di çarçova civînên ligel Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê NY bo Iraqê Jan Kubis li New Yorkê de dan.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button