Break newsHevpeyvînslide

Amerîka wê rê li pêşiya Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê veke

Yekîtî Media 1/5/2016

di hevpeyvînekê de li gel qenala Rûdaw, Îbrahîm Biro serokê ENKS got, ku hebûna hêzên Amerîkî li Kurdistana Sûriyê dikeve berjewndiya miletê kurd de, herwiha got Amerîka bi cidî dixawze ku pêşmergeyên roj derbas bike, lê divê ku em zanibin sebaret Amerîka berjewndiyên wê di pêşî de ne, ew niha xwe amade dikin bo şerê Daişê li Mûsilê û Reqayê, û divê em sûdê ji hebûna hêzên Amerîkî wergirin, û em pêwendiyên siyasî li gel wan ava bikin, ne tenê yên leşkerî.

Biro herwiha got, ku PYD bi siyasetên xwe vê yekê xera dikin , jiber ku Amerîka bi eşkere ji wan re got em têkiliyên siyasî bi we re danaynin, lewra metirsiyekê mezin li ser paşeroja pirsa kurdî li Sûrya çêdike.

Li ser gera şanda ENKS li Ewrupa Biro got , ku em li hemû dewletên ku me hevcivîn lê girêdan, me gotiye wan cihê pêşmerge li Kurdistana Sûriyê ye, ev pêşmerge divê vegerin welatê xwe bi rêkeftinekê li gel pyd, ji bo ku em nerin şerê birakujiyê.

Derbarî çûna Ferensa Biro got, me komîta pêwendiyên derve ya perlemana Ferensî dît û 23 parlemanter jî, me nerîna xwe ji wan re şirovekir, û li ser pêşmergan bi taybet em axivîn, wan tekezkir li ser giringiya yekîtiya kurdan û berdewamiya şanda kurdî di danûstandinên bo çareseriya Sûriyê de, ew zanin ku gellek xalên xortbûnê li nik ENKS hene di warê diplomasî û siyasî de, û pêwendiyên me li gel dewletên cîran di astek baş de ne, û herwiah cemawer jî li dora me ne, wekû çawa PYD li ser erdê xwedî hêzek leşkerî ye.

Biro di bersiva pirsekê de li ser hevdîtinên ENKSê yên di rojevê de got, emê nêzîk biçin Nêrwêc û Siwêd û Holanda û Rûsya, û Amerîka jî, herwiha Tirkiyê jî ji me xwestî ye ku em bi wan re rûnên li ser vexwendina serokwezîrê Tirkiyê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button