Break newsNûçeslide

Amerîka pêgehên xwe li Minbicê bihêztir dike

Yekîtî Media
Piştî ku Tirkiyê çendîn caran gefên êrîşkirinê li ser Minbic da, serbazên Amerîkî li wê navçeyê rojane çavdêriya sînorên navbera civata serbazî ya Minbic û Mertala Firatê û artêşa Tirkiyê dikin û Amerîka hejmara serbazên xwe li wê navçeyê zêde kir.
Ev yek di demekê de ye, ku ber çend rojan Tirkiyê ji Amerîka xwestibû ku hêzên xwe ji Minbic bikşîne, ji ber ku ew dixwaze operasyonekê wek ya Efrînê li Minbic jî destpê bike, lê di beramberî wan daxwazên Tirkiyê de, fermandeyên pile bilind yên Amerîka li Rojavayê Kurdistanê û Sûrya, tekeziyê li ser mana serbazên welatê xwe dikin li wê deverê û hejmarek ji fermandeyên Amerîka serdana sengerên HSDê li Minbic kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button