Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Amerîka kuştina Bo Bekir El-Hekîm li bajarê Reqayê piştrastkir

Yekîtî Media 11/12/2016

Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê kuştina serkirdeyê DAIŞê û berpirsê pilandananê kiryarên derve Bo Bekir El-Hekîm li bajarê Reqayê piştraskir.

Derbarê kuştina wî serkirdeyê DAIŞê Berdevkê  Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê da zanîn ku, El-Hekîm fransî bû û bi regez Tûnisî bû, herwiha serkirdeyekî DAIŞê ji mêj de bû, da zanîn ku, pêwendiyên wî ligel alîgirên DAIŞê li Tûnis û Fransayê hebûn.

Li gor daxuyaniya Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê ew serkirdeyê DAIŞê di operasyonekê Hevpeymaniya Navdewletî de di 26ê meha borî de li bajarê Reqayê hate kuştin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button