Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Amerîka hişyarî da Tirkiyê

Yekîtî Media
Amerîka hişyarî da Tirkiyê, ku biryara agirbesta Encûmena Asayişa Navdewletî ji bo hemû xaka Sûriyê derbas dibe.
Berdevka Wezareta Derva ya Amerîkayê Hezather Nauert di konferanseke rojnamevanî de bibîr xist, ku biryara agirbesta Encûmena Asayişa Navdewletî ya ji bo alîkariyên mirovî hatibû ragihandin hemû deverên Sûriyê li xwe digire.
Li ser pirsa gelo agirbest ji bo operasyona Efrînê jî derbas dibe? Nauert got: “Divê Tirkiyê birayarên agirbestê careke din û bi awayekî baş bixwîne. Biryara agirbestê ji bo hemû Sûriyê derbas dibe.”
Encûmena Asayîşa Navdewletî, bi armanca alîkariya mirovî û derxistina birîndar û nexweşên li Xutaya Rojhiletê, bo mehekê biryara agirbestê li seranserî Sûriyê girtibû

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button