Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Amerîka: Halana Şingalê qet nayê jibîrkirin

Yekîtî Media 4/8/2017

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert ragihand, ku welatê wê ji ber karesata Şingalê pir dilgiran e û ti caran jî jibîr nakin.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand, Amerîka ber karasata bi ser kurdên êzidî de hat, gelek dilgiran e û di dema êrîşê DAIŞê de gelek êzidî, krîstiyan û şîe hatin komkujkirin.

Heather Nauert got: “Wêne û dîmenên wan komkujiyan di hizrên me de mane û em dizanin ku niha jî hinek kes ji ber wê sedemê di nexweşiyê de dijîn.”

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar kir, ku Amerîka DAIŞê weke berpirsiyarê wan tawanan dibîne û ew dizanin li Şingalê nizîkî 40 gorên bi kom hatine dîtin.

Nauert herwiha da zanîn, ku Amerîkayê ji bo alîkariya mexdûren karesatê bi qasî 1.4 milyar dolar alîkariyên mirovî pêşkêşî Iraqê kiriye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button