Break newsNûçeslide

Amerîka: Balyozê me li Kazixistanê wek çavdêr beşdarî civîna Astanayê dibe

Yekîtî Media 22/1/2017

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, ji ber karên veguhastina desthilatê li wî welatî, Waşington ti şandekê naşîne bo beşdariyê di civîna Astanayê de bike.

Biryar e di 23 ve mehê de civînên di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de û bi serpereştiya Rûsya, Tirkiye û Îranê li Astana paytexta Kazixistanê bên lidarxistin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Mark Toner ragihand, balyozê Amerîka li Kazixistanê George Krol dê wek çavdêr beşdarî civîna Astanayê bibe.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button